365 şew-řoj

Li pirtûka:
Îşqî bê Nexşan
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
 1 Xulek  500 Dîtin
sałêke min kujrawî tom.. ’aşiqî tom.. sûtawî tom
bo nîgayek lew çawanet.. sałê řê bedwata eřom
ke çî toy cwan.. toy xatû zîn.. toy wek leylim
carê şenî serincêkit nayey le xermanî meylim
kiçê xo asman nařûxê.. kiçê xo agir nabarê
de hîç nebê taqe carê... le kelî şeytan were xwarê
awřêk le êmeş berewe... sał kem nîye.. bîrkerewe
deyek nîgaman tê bigre... çî eqewmê.. gwaye kifre?!
sałêke min kujrawî tom.. ’aşiqî tom.. sûtawî tom
her ke çawim pêt ekewê.. lexoşîya qestime bitxom.