pencayem: sirpe
Li pirtûka:
            Îşqî bê Nexşan
        Berhema:
                Dilşad Merîwanî (1947-1989)
        
             1 Xulek
             1167 Dîtin
        
        
    
                ew sataney
ke pêm degey
ey neşmîley nenasrawî
sereřêga
be nazî dûdłî û şerim
çepik çepik
pirşingî nazdar û nerim.
dexnye baweşî nîgam
minî şeydaş
her bedem wêłî řêmewe
win û sersam
bew daxî nenasrawîyet
detlêmewe
wek sirpeyek..
hêwaş hêwaş
le hengawî řêbware bêbakekanî
dewr û piştima.. detwêmewe
detwêmewe
detwêmewe
			
            
        ke pêm degey
ey neşmîley nenasrawî
sereřêga
be nazî dûdłî û şerim
çepik çepik
pirşingî nazdar û nerim.
dexnye baweşî nîgam
minî şeydaş
her bedem wêłî řêmewe
win û sersam
bew daxî nenasrawîyet
detlêmewe
wek sirpeyek..
hêwaş hêwaş
le hengawî řêbware bêbakekanî
dewr û piştima.. detwêmewe
detwêmewe
detwêmewe
em şî’reşim be çapkirawî bo hat le govarêk biřrabû yan «beyan»bû, yan «řoşnibîrî nwê».. be mêjûy 11 / 10 / 1974