çil û sêyem: pênc xiştekî leser ẍezelêkî ’elî ’arf aẍa

Li pirtûka:
Îşqî bê Nexşan
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
 5 Xulek  876 Dîtin
perîzadey beheştî xwa, le to wirdîletir nabê
bêçuwe kerwêşkî xirpinîş le to nermîletir nabê
pêkenînî gułî şewboş le to cwankîletir nabê
guł û xunçey beharanîş le to neşmîletir nabê
nemam û ’er’erî korpeş le to xincîletir nabê
***
nîye pořê kewa lencey, le lencey to bê şîrîntir
nîye cwanê kewa xendey, le xendey to bê nexşîntir
nîye sêwê le baxanda, le kułmî to bê řengîntir
le dunyada le to cwantir, le to meḧbûb û şîrîntir
eger de’waçîyek mabê, dironaka desa babê!
 
desa babê, yusfê bê, zułeyxay bo bû be xişił
desa babê, ḧorîyek bê, le giřbê nek le miştê gił
desa babê, bulbulê bê, le nîsana bête serçił
desa babên besef yekser hemû çaw mest û řûmet guł
bizane çon ebê meḧcûb. ewey wa lafî lê dabê!
***
nekey baweř hebê cwanê, le berdemta ke- xoy bada
biłê nexşînim û çakî řezamendî belada ka
gyane to řojê derkewtî! estêreş bê ebê řaka
diroye to le însan bî.. emin eqiłim qibûł naka
perîş ḧedî nîye wabê.. ebed ḧorîş beto nabê.
 
le teqwawe be zahîdêk çon efermûn gelêk teqqî
minîş weha zahîdî tom, meylî diłim berze û neqî
şewêk le zîkirit ẍafił bûm.. azar û janim lê teqî
kewabû to le nutfey nûrî pakî qudretî ḧeqî
ebê me’wayî esłîşt ’etarîd ya sureya bê
 
bebangîş pênc ferzekey dîn yekêkî lê eda nakem
keçî hî to bebê bange û hezarîşe û dway naxem
řazî bûnêkî toy azîz beřazîbûnî ew nadem
bitî to etperistim min ’îbadet bo xuda nakem
egerçî agiru cumřey cehennem bom le kara bê.
***
gułî çawim ewa xinka bo qumêkî awî çawit
diłim xoy ḧez eka bend bê le gułzarî qijî xawit.
zeḧmetî hîç nîye bo min. bexwên awdem gułî lawit
lelay min ferze bastikem ke çunke... nawit
eger metiḧit nekem nabê, weya şertî wefa nabê.
***
ke min wabim beramber to! çone napirsî le ḧałim?!
temaşay îstake meke.. to geş û min wek zûxałim
le ahî min xetit deryet.. mełî îstake minałim
belamana ke nayeyt bakî qehrî xwat nîye.. załim!!
zemane herweha nabê.. heta çend sałê, ba, wabê
 
serincekanman derbarey em ẍezele:
* em ẍezelem hawînî 1968 leber destinûsêk pêncîn kird, paş pitir le 10 sał înca şa’îrekey le dîwanî guł û xunçeda çapî kird. boye em cyawazîyaney tyadaye:
1- le beytî yekemî ẍezele esłîyekeda, nîwey duwemî beyteke dełê: nemam û ’er’erî korpeş.. le destinûsekey lay min dełê: nemamî ’er’erî korpeş «leber ẍezeleke çakim kird»
2- le beytî duwemda dełê: le dunyada le to cwantir..
3- le beytî sêyemda dełê: hemû çawmest û guł řûmet.. le destinûsî lay min dełê: hemû çawmest û řûmet guł..
4- le beytî çwaremda dełê: ...eme eqiłim qibûł naka. le destinûsî lay min dełê: ...emin eqiłim qibûł naka.
5- beytî pêncem bem coreye: «ke wa bû to le şu’ley nûrî pakî qudretî ḧeqî ebê cêgayî esłîşt ’etarîd basureya bê.» le destinûsî lay min bem coreye: «ke wa bû to le nutfey nûrî pakî qudretî ḧeqî ebê me’wayî esłîşt ’etarîd yasureya bê.»
6- le beytî şeşemda dełê: «egerçî agirî cumley cehennem..» le destinûsekey lay min dełê: «egerçî agir û cumřey cehennem....»
7- beytî ḧewtemî lay destinûsekey min.. le çapkirawekey şa’îrda nîye û feramoşî kirduwe, wate ew beytey ke nawekey tyadaye û cêy naweke boşe.
8- beytî heştem le herdû la wek yeke.
dyare min lay xomewe destinûseke be esłitir û çaktir dezanim ke şa’îr katî çapkirdinî ew destikarîyaney kirduwe çi bo ewey hendêk wişey ’erebî bika bewşey kurdî, çi bo ewey bîşarêtewe ke ẍezele bo nêr, çi leber her hoyekî tir. bo zyatir řoşnî biřwanne ew witarey derbarey em ẍezele nûsyûme.