sî û heştem: le pasêkda

Li pirtûka:
Îşqî bê Nexşan
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
 1 Xulek  475 Dîtin
birot, ḧałî le amêzî, nezaketda, ke danawe
diłim lew sûtawtire bot, de tawêk řû ke bem lawe
ałoskanî em ’eyşey min, yek henaset çarî deka
wa bizane sîşwarêke û, perçemit nextê jakawe!
ḧedim nîye, bełam çî bikem! ewa xwênim ḧełałit kird
bîke sipray, bo ew dawey, heway paseke lêy dawe
emendet dił, şikandûm dił, řahatuwe, legeł şikan
eger řojêk meylim beytê, diłim deşkê le sed lawe!
řeşebakey silêmanî, beboy ’etrî lamilit kewt
min tenya beboy henaset, çûme xułqî řeşebawe
pêm bibexşî, ew qełemey, çawekantî pê řeş dekey:
şî’rêkî wat bo denûsim, biłên mexlûq day nenawe!