bîst û noyem: namey ’îşqidozêk

Li pirtûka:
Îşqî bê Nexşan
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
 5 Xulek  1072 Dîtin
xoşewîstekem
lem nameyeda: basî řaburdûy xomit bo ekem
katêk minał bûm: motekekanyan bo bang ekirdim
be «şewleban» û «eleke» û «weleke» jîryan ekirdim
be basî: «dêw» û «xêw» û «cinoke»,(*)
nek xew! eşmirdim
şew be şerwałe hełwasrawekem,
řuḧyan ebirdim
be řoj quřquşmyan bo etwanmewe,
ta-û- tirsim derken
***
ke nexoş ebûm: ayetelkursî û wîrdî du’a bû
ta, mêrdezme- û -ḧeytekan- nemben
le qutabxane: mamostay yekem, cinêwu dar bû
duwem, monêk bû, cinsî kemtyar bû(*)
wanekanîşim:
-gewrew biçûkî her heye eger, le nawîşt ba
-ewey xwa neyka, qet nabê řû ba
-hoy pêşnekewtin:
hoy sernekewtin:
diroznîye, dizî û fizîye!
***
le şarekema
leser mořeyek, şan le şan danêk
«de» ser eşkênra
nek afret, bełke, minał efřênra
agiryan exward lay derwêşekan
mał û minałîş agir eysûtan(*)
le terawîḧ -da «cezbe»y sofyan bû
lewlatrewe noy ḧuzeyran bû(*)
***
xoşewîstekem
gałtem pê meke
êstaş le dengî ẍeybî etirsim
êstaş hewałî «bîbî» epirsim(*)
leber hařey şîw,
gwêçkem da’exem
le tarîke şew
bîsmîla ekem(*)
nekey lêm zîz bî min herçîyek hem
xełkî em xakem
hî ew perwerdey em dawwibendem(*)
xoşewîstekem
min herçîyek hem
komełêk xwên û demar û goştim, weku ew xełkem
beşwên bextima, pena bo hemû fałçîyek ebem
gencêkî řeben, dił piř le tasem
pena bo deşt û ’ereqîş ebem
bo destigîranêk maxolanme
ser behezaran kołana ekem
wek herzekarêk kuştey tenyayîm
weku ’aşiqêk tînûy bezeyîm
tînûy maçêkî kułmî pemeyîm
tînûy dû çawî geşî agirîym
tînûy dû memkî turit û henarîm(*)
***
xoşewîstekem
êstayş ew tîşkey hestî pê dekem
hî namekante(*)
egîna min çîm??
min destimayekem
komełêk wêney jengawî tełxin
eykem bedyarî:
bo sûtemenî biłêsey newroz
ew biłêseyey xawênî kirdim û bûme ’îşq doz
bûme diłdarî řasteqîney gel
bûme ’aşiqî xorî demî kel
xorî azadîy însanî zewî
însanî gewrey herdem deng zułał
perwerdey namey berzî kepîtałNava taybet