bîst û şeşem: biçim ya na?!

Li pirtûka:
Îşqî bê Nexşan
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
 1 Xulek  585 Dîtin
biçim, ya, na?
legeł, diłma!
ke, dił: şêtêke bînayî
leser diřkî gułêk dana
bebê bîrêk, le kotayî!
biçim, ya, na?!
***
biçim, ya, na?
legeł hestima
ke hest û tînî naxî min
weku bulbulêkî şermin
gîrode bû
pêwend kira
netwanay bû bixiwênê bot
neřazêkî, diłî derxa
heta řojêk serbiřdira!
biçim, ya, na?!
***
biçim, ya, na?
legeł: řaza!
ke řazî xoşewîstî to
hemû satêk eçirpênê
begwêy minda
hemû katêk tarmayî dê
le berçawim sema eka
heta wek şêtim lê eka
naçar ebim
temaşay kem
diłe şête
bê perwakem
naçar ebim
dway bikewm
le dwacara
eger fermûy:
biçim, ya, na?
pêy nałêm: na