bîstem: çon diłit hat?!

Li pirtûka:
Îşqî bê Nexşan
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
 1 Xulek  734 Dîtin
min le çawta wênem hebû
kîje biçkole şengeke
le naw diłta cêgem hebû
şoxe zîz û bêdengeke
çon diłit hat ew perçeme
ew pirçe piř pêc û xeme
ew kułme geşe, ew deme
ke bo maçêkî naskî, ew serdeme
legeł meylî çaweřwanî
semam ekird, yarî, geme
çon diłit hat bêbezeyî
to le minyan dûr xeytewe?!
çon diłit hat, ew çawane
ew cîhane kamerane
ew asmane firawane
ew derya qûł û şînane
ke keştîy bê sewłî jînim
le nawyana
xeşmyane
bê seruşwên
bebê hîwa
bê keştîyewan
bebê perwa
weku kwêrêkî nabîna
destî xiste milî şepol
bełku bo meramî biba
çon diłit hat bêbezeyî
to le minyan dûr xeytewe?!
***
çon diłit hat gułałey dem
bedanî řiq birîndarkey ?
bergî şadî bikey be xem
hestî piř dax û azarkey ?!
çon diłit hat biłêsey xem
weku birsî le min harkey
bêbezeyîyane piř bedem
begwêy mina, to hawarkey
biłêy: hetaku to mawî
ebê hawarî beharkey?!
çon diłit hat bêbezeyî
min le behar dûr xeytewe?!