ḧevdeyem: le şeře berdî mindałîda serit şikandûm, le şeře nazî gewreyîda diłim meşkêne.

Li pirtûka:
Îşqî bê Nexşan
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
 1 Xulek  537 Dîtin
le bîrte?
le bîrte gyane, katêk minał bûyn
beharan legeł çirpey seḧera
be çepłeřêzan bo yarî eçûyn
sewzey beharman be pê eşêla?
le bîrte carêk, şewêkî hawîn
pełeberdêkit kêşa be serma
her ke xwênim dî, kewtime girîn
toş tirsay xêra giryay legełma?
dyare le bîrte şewî çawşarkê
’eba konêkit eda beserta
pêş ewey biłêm: qeła bû be sê
ehatî, xêra, şarit giř eya?
ḧez ekem dîsan wekû ew şewe
ke komełêk bûyn pak û bereła
le teř û wişka bidořêynewe
to biken be bûk, minîş be zawa