çwardeyem: biřwa nekey

Li pirtûka:
Îşqî bê Nexşan
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
 1 Xulek  619 Dîtin
çîte gyanekem bo diłit peste?
xo diłekey min her to periste!
***
lêt zwîr ebim, azarit eyem
car becarêkîş xom tûře ekem
qet diłteng nebî lewane, gyane
biřwam pê nekey, qisey zimane
qisey diłtengî hezar řêk exem
ke gwaye îtir hatuçot nakem
nekey diłgîrbî lewane, gyane
qisey dił nîye, hînî zimane
***
îtir gyanekem, diłit bo peste?
xo diłekey min, her to periste!