şeşem: ba em řêye tewaw nekeyn

Li pirtûka:
Îşqî bê Nexşan
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
 1 Xulek  605 Dîtin
řast biłê bo, şerim ekey to,
beramber min?!
bewe nałêm, xoşî ewêm
cwane û şermin.
- to azadît, bo min şadît
toy take yar
- dił bekułe, new hî gułe
gyanî nazdar
lew qewane, bê kełkane
gelêkman wit
hemû kon bûn, wa lenawçûn
gyan nebzût!
bese diro, weku pişko
daxim eka
cwanî gułim, şadî diłim
le naw eba
herdûk emřo, perdey diro
fiřê edeyn
ba herdûkman, legeł diłman
le yek bigeyn