min û şî’ir û mosîqa

Li pirtûka:
Îşqî bê Nexşan
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
 5 Xulek  1179 Dîtin
katêk be jyanî mindałî û mêrdimnidałîmda deçmewe, wek zorbey mindałanî tir xulyay hemeçeşnem hebû, bełam řenge ewey cudam bikatewe le gelêk kesanî tir ke lew nêwane temeney minałîda wek min xulyay hemeçeşneyan hebûbê, ewebê: ke min sersextane hewłim deda xulyakanim bihênme dî. «řenge em sersextîyeşim pêwendî be astî abûrîy bawkimewe hebûbê.»
serdemêk ḧezim le fîlmî sînema bû, legeł çend mindałêkî hawxulyada bedûy fîlmî nwêda degeřayn û le nêwan xomanda aługořman dekird. her bo em mebesteş le karton amêrêkî fîlim nîşandanî sakarim dirust kirdibû behoy take giłopêkewe tak tak fîlmekanim leser dîwar nîşanî biraderekanim deda. be zeřebînîş lûleyekim bo kirdibû ta be hoyewe lêłî fîlme nîşandiraweke leser dîwareke řoşin bikemewe. le geřekî şêxan ewî bimnasyaye û nemnasyaye be çîřokî ew fîlim nîşanderey dezanî. paşan ke bawkim hemûy bo sûtandim, xûm daye name gořînewe û pûlî poste kokirdinewe, behoy îstige û govarekanewe pitir le 20 biraderî kiç û kuřim hebûn le naw wiłate ’erebîye hemeçeşnekanda. êstaş xoşîy ew satem le yad dernaçê ke wêne û edrêsî xom le govarî «alimẍamir»da bînî. gerçî be hełeş wênekemyan le cêy xoy danenabû. em qonaẍe yarmetî zorî dam bo çakbûnî zimanî ’erebîyekem û huner peydakirdin le nûsînî nameda. ew biraderaney ta êstaş mawin, hemîşe namey diłdarekanyan be min denûsî.
ew kîjaneş ke diłdarîyan legeł kirdûm û namey dest dirûy xest û xołim bo denûsîn, şahîdî ew astemin.
paş ewe xûm daye wênekêşan, îtir fiłçey hemeçeşin û boyey awî û zeytî û qełem nema neyxeme geř. ta way lê hat dîwarî jûrekey xomim wek małî cinokey naw efsanekan lê kirdibû. înca wênegirtin be kamêra, herweha bew şêweye. bełam dû xulyay muzmînim hebû wek tîrawê, her le mindałîmewe le kołim nedebûnewe û lêyan danedebřam, ewaneş be piley yekem:
mosîqa, ke ta êstaş şeyda û ’aşiqî bûm, tenanet zorim seyr lê dê çî minî kirde şa’îr û nebûme mosîqajen û mosîqadaner!! be piley duwemîş: xwêndinewe û kiřînî řojname û govar û kitêb, ta dîwanî «firmêsk û zerdexene»m be çap geyand û dîwanî duwemim «nask» birde çapxane û lewê fewta û bizir bû. «lem sałaney dwayîda hendêkim lay dost û biraderan be çing kewtewe, betaybetî ewaney ’aşiq bûn û katî xoy leberyan nûsîbuwewe yan leberyan kirdibû. xom be qerzarî ew ’aşiqane dezanim.»
ta ewdeme û sałanî dway ewîş nemdezanî min mosîqa û goranî û ’îşq kirdûmîyete şa’îr û şî’rekanî ew qonaẍem dełêy taybet bo kirdine goranî danrawin.
dyare ew qonaẍey jyanî xom zor xoşdewê. ger komełe yadgarêkî řomantîkîyaney nask le jyanmida hebê zorbey hî ew qonaẍeye, boye le xom û le xwêndeware azîzekanî xoyşim řabînî em komełe şî’re be çap negeyştuwey ew qonaẍey jyanmyan pêşkêş bikem.
xoşewîstan: em şî’raney pêşkêştanî dekem, wek pêştir lêy dwam lay ew biraderaney ew serdeme pêkewe ’aşiqênîman dekird: be nûsîn yan leber, lelayan bû. herweha ew hawřêyaney namem bo nûsîwin û namekanim deparêzin. yan le namey diłdarîy dêrînemda ke bo kîjołekanî hawmeyl û dostim nûsîwin û paşan şeřman buwew lêk cuda bûynetewe û nameman dawetewe be seruçawî yektirîda. îtir bew ḧałe zorbeym destikewtûnetewe.
hendêkîşî le penaw pesêwda, le parçe kaẍez û bere kitêbda, le bawłî peřpûtî bin daruperdûda, le kîsey taqmî teraşî konda, çingim kewtinewe.
tenanet şî’ryan têdaye, şewan le kořî xwardineweda leser paketî cigerekem nûsîwme paşan pêk dway pêk bîrim çuwetewe û paketekem fiřê dawe. yekêk le hawřêyanim hełyan girtuwetewe û lay xoyan parastûyane. ta ewdemey be nawî dîwanî bizirbuwewe lêm pirsîwe: aya şî’rî minit laye? le wełamda witûyetî: bew ḧałe û bew ḧisabe lelame.
le řastîda ke destim kird be kokirdineweyan, nemzanî hêndem lê destigîr debnewe, dyare zorî tirî mawe, bełam le tirsî nefewtanewey emaneş, wa lem beşeda pêşkêştanî dekem. dyare nemwîst behîç byanûyek destikarîyan bikem, ba awêneyekî řoşnî bê řitûşî ew qonaẍey jyanim bin. hîwadarim êweş her bew çawî sozewe têyan biřwanin û leser hîç şî’rêkyan, dergay dadgay emřom lê nexene serpişt.