çwar bese û besêk

Li pirtûka:
Xewnî Sema Dijekan
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
 1 Xulek  617 Dîtin
1
bese tuxwa
xotim lê sûr mekerewe û
destim lê mexe keleket!
min pêwîstîm be temenêkî tir heye
ta fêrtir bim
çon bekuşt çim bo geleket!
2
bese tuxwa
be bałamda meřwane û mełê cwane!
min pêwîstim be kesêke!
xom boy bibim be perwane!
3
bese tuxwa
basim lelay deste xuşkekanit meke û
pêyan mełê:
xoşim dewê!
min pêwîstim be diłêke
topî kewtûy..
em řuḧemî tê bikewê!
4
bese tuxwa
qise meke..
le qise zor weřsim!
min pêwîstim be kesêke
yek destî bê û
dirêjî bika, bo destim!
***
bes
bes tikaye
em wesêtem bigeyene
ew cwananî em dinyaye û pêyan biłî:
herweku xot û weku xot
destî şa’îr mekene kot!
şa’îr.. maşênî «řew» nîye!
şa’îr.. babetî «xew» nîye!
şa’îr.. hî «em» û «ew» nîye!
şa’îr.. şempanyay «cew» nîye!
şa’îr.. połay «pitew» nîye!
şa’îr.. denûkî «kew» nîye!
şa’îr.. şa’îre û «ew» nîye!
şa’îr.. tenya şa’îre û bes!
diłî xwaye û têy ewrûkê mêş û meges!