asin

Li pirtûka:
Xewnî Sema Dijekan
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
 1 Xulek  636 Dîtin
tenyam.. tenyam
tenyam û bîrî perîyek dekem
ke pêm dełê: diłe diłe
hemû gerdûn giřkanêkî piř le gułe
deteqêt û beser kewnda debarê
***
tenyam.. tenyam
bîrî dû perîzad dekem
ke pêm dełên: babe babe
herçî ’îşqî naw gerdûne
deřjête ber dergay diłim
her ceres û tequlbabe
***
werne jûrê
key min diłim.. daxsituwe?!
ey min diłim bo her hemû însanîyet
weku ferşî nergisecař
aweław řanexsituwe?!
bełam bimbexşin her tenyam
madam perî û perîzadanim lela nîn
tû ’îşq û xoşewîstî însan
min bibexşin
çunke bebê bûnî ewan
şa’îr nîm û debme parçeyek le asin