1/17/1987

Li pirtûka:
Xewnî Sema Dijekan
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
 1 Xulek  527 Dîtin
1
kîj û kuřêkî diłdarbûn
dest le naw dest
şad û sermest
deşnanewe le «mecîd beg»
lûrey topêk herweku seg
destî gûşrawyanî qirtan
welê diłî piř xoşewîstî herdûkyan
diłî gewrey dû diłdarî pakî însan
’îşqyan bo gel û nîştiman
le řiqî estûrî dagîrkeran
gewre û gewre û gewretir bû
hezar hênde, destî gûşrawî qirtênraw
meznitir bû
2
«çopî» le xiştî baẍe
xanûyekî dirust kird
her ewende zorî nebird
gulle topêk day beserya
bełê «çopî»y pepûle řeng û nazenîn
«çopî»y xepey wek guł řengîn
bew gulle tope şehîd bû
welê xanuwe xincîlekey
ew nazdare dirustî kird
gulle top karî tê nekird
ne řûxaw
ne.. heresî bird