sałî çilem

Li pirtûka:
Xewnî Sema Dijekan
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
 2 Xulek  594 Dîtin
qełem û namey jêr destim
le maçêkî bê pişûdan..
xo bequrbanî yek deken.
qîřey boqêk
qûqey kełeşêrêk
le pencerey jûrim deden
destî sałî sî û noyemî
le gerdinim detrazênê û
cê bo juwanî «çilem» sałem cê dehêłî
sałî çilem, wek mêwêkî, baweş piř le
hêşûy ezmûn, be bałamda..
hełdegeřê.. hełdegeřê
jyan serlenwê degřê
giřanî efsûs û hude
giřanî kêşey jînêkî bo xemanî her car
alûde!
lewlayşewe, sozanîye bestezmanekey dirawsêm
dostekey xoy beřê deka û
ewîş wek min tenya debê!
dwabernamey řadyokey beramberim, mał’awayî
le dwa îsgey emşew deka û
ewîş wek min tenya debê!
laney cûte kotre şînekey jûrekem
gimey şînyan tê dekewê.. tê dekewê wek diłekem
ewanîş bê aram debin
gerçî çepokî pişîley, řeşe tawan
destî nagate.. nagate, destî nagate herdûkyan
welê dû hêlkey řojeha leser nîştûyan
deşkênê
tarîk û řûn, dugmey xemî.. řojêkî nwêy
piř le temî.. jyanekem detrazênê.
gwêm
le tirpey
pêy
dû mirovî tenyaye
hengawî yekemyan
le dûy
hengawî duwem hełnaye.
le hołeken
agam lêye, êstêk deken
herdûk, hana, bo yek deben.
ahengî hengaw namênê
xirmey xwardinî sêwêk
ewî tiryan dehejênê
dîmenî dwapêkî sardî bê mezem dest
deweşênê
lêwim degrê û maçêkî bêhûdem deka
welê- xirme sêw- têkełî qumim debê û
serincekey mestîm deba
tenya satê.. satê satê.. na.. zortir.. na
gwêm le ingay sawayeke
le hołeke!
hełdestim û deskî derga detrazênim:
marmêlkeyekî dan tîje pîrozbayî sałî çilemim
lê deka.
ey marmêlke, lîkneke xewnî dû kotrî şînkeke
le naw naçê û řojêk be meramyan degen
qeyna.. emşew.. hewar le bargey sam dexen
welê sibey.. dû hêlkey tirî nwê deken