nihênî nekuştin û nenûstinim

Li pirtûka:
Pelkezêřîneş Namo Meken
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
 2 Xulek  962 Dîtin
lew satewey le dayk bûm
xencerêkî, debanyan le jêr serim danawe..
ta, gewherî lê werbigrim,
pêy gewre bim.
ta bitwanim..
xom serbiřim
***
şajnêkî, şikodar û xoşewîst..
perwerdey kirdim.
ta, pencekanim bimeyê û
miştûy xencerî pê bigirim.
be’asanî xom serbiřim.
ke gewre bûm...
destî hêna be serma.
fermûy: kuřim
le perwerdeta
şeket bûm,
hełse îtir, min denûm.
şajnî xoşewîst,
le cêgekem nûst.
dezanim, twanay, biřîn-m tyaye.
bełam çî bikem, diłim naye.
day çiłekênim.
ta, xencereke, derbênim.
***
be xorhełatda, kewtimeřê û hengawim na.
heta ejnom, benaw zewîda, deçeqa.
bełam hêşta..
bemin waye,
bwarew hengawekanim, awełaye.
zorî nebird, her destibecê.
geyîme awedanîyek, na’aşna
tya, mamewe û kirdime cê,
cêşim nehêşt,
ta xatûnêkî nazdar û xoşewîstim.
kirde hawřê
bew hîwayey:
behêmnî û çirpe çirpî xanmaney
şajneke, xeberdarka.
ewey, ke, boy le dayk bûm..
le gerdinî xomî bisûm.
legeł xatûne hawřêkem, kewtimeřê.
be xor’awda hatmewe û geyîme cê.
xatûnî hawřê û xoşewîst...!
katêk çawî..
be dîdenî..
şajne nûstuwekem.. şûşt
fermûy: řenge
xew be towe bibînê?!
emîş le tenîştîyewe, nûst.
gerçî, le mêje nenûstûm
ḧezim le merge û
şeket û mandûm.
bełam çibkem!! diłim naye
herdûkyan řaçłekênim
ta, xencereke, derbênim.
emcareyan, seferekem nihênî kird.
şarawe, wek berdî bin gom.
ta, kiçołeyekî çawřeşî, xirpinim kird..
be hawřêy xom.
hîwadar bûm, be goranî denge nerme beheştîyekey,
herdûkyan xeberkatewe.
şeketîm lebîr batewe.
keçî, katêk, ke bînînî,
çû le nêwanyanda pałkewt
ta, geyîme lay, xewî lêkewt.
gerçî, lemêje nenûstûm
hênde mandûm.
şeket-y aramî birdûm.
merg-yiş nebê..
her demewê..
tawêk binûm!
bełam çî bikem, diłim naye
hersêkyan řaçłekênim.
cê-ş nemawe
xom-y
tozêk
tya binwênim.