wadekey ḧeme û daykî
Li pirtûka:
Pelkezêřîneş Namo Meken
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
2 Xulek
1049 Dîtin
1
lawandinewey daykî ḧeme
dway şehîdbûnî bawkeket
to hawdemî tenyayîm bûy
to teselay dinyayîm bûy
to ḧemekey minî kostikewtey dayîm bûy
řołe lem xake şîrîne - kawil buwe
bo diłim, awedanî bûy
bo gyanim, mêrg û kanî bûy.
leber xofî xwa nebuwaye
kitêb û defterekantim,
le bergî sewz hełdekêşa
qełemeketim dekirde,
dardestekey destî mûsa
lepiř
katêk be xom zanî
hawřêket hat bepenhanî
witî: ewe kitêb û defterî
ḧeme çawřeşekey toye
nameyekî bo nûsîwî le bergî em kitêbeyan
emřo hatin, bezor birdyan
ewey şya û neşya, kirdyan
ay ḧeme gyan
çon besaẍî destigîr kiray?!
ay ḧeme gyan
2
namey bergî kitêbekey ḧeme bo daykî
lomem meke daye gyan
çawim lêye diřindekan, le berdergan
qutabxaneke gîrawe
lewe deçê
minyan bwê
xemit nebê
ew ḧebey bo, xokuştinim danawe
wa-le destima û zor leserxom
min her leser wadekey xom
besaẍî destigîr nakirêm
her ke zanîm minyan dewê
xêra deyxom
ba hawřêkanim hełneyen, berdewam bin
lomem meke dayegyan
detsipêrim be xebatî berdewamî
kirêkaran.
lawandinewey daykî ḧeme
dway şehîdbûnî bawkeket
to hawdemî tenyayîm bûy
to teselay dinyayîm bûy
to ḧemekey minî kostikewtey dayîm bûy
řołe lem xake şîrîne - kawil buwe
bo diłim, awedanî bûy
bo gyanim, mêrg û kanî bûy.
leber xofî xwa nebuwaye
kitêb û defterekantim,
le bergî sewz hełdekêşa
qełemeketim dekirde,
dardestekey destî mûsa
lepiř
katêk be xom zanî
hawřêket hat bepenhanî
witî: ewe kitêb û defterî
ḧeme çawřeşekey toye
nameyekî bo nûsîwî le bergî em kitêbeyan
emřo hatin, bezor birdyan
ewey şya û neşya, kirdyan
ay ḧeme gyan
çon besaẍî destigîr kiray?!
ay ḧeme gyan
2
namey bergî kitêbekey ḧeme bo daykî
lomem meke daye gyan
çawim lêye diřindekan, le berdergan
qutabxaneke gîrawe
lewe deçê
minyan bwê
xemit nebê
ew ḧebey bo, xokuştinim danawe
wa-le destima û zor leserxom
min her leser wadekey xom
besaẍî destigîr nakirêm
her ke zanîm minyan dewê
xêra deyxom
ba hawřêkanim hełneyen, berdewam bin
lomem meke dayegyan
detsipêrim be xebatî berdewamî
kirêkaran.