şewî sałêk
Li pirtûka:
            Pelkezêřîneş Namo Meken
        Berhema:
                Dilşad Merîwanî (1947-1989)
        
             1 Xulek
             1443 Dîtin
        
        
    
                şew, řankuçoẍeyekî řeşî leberdaye
qołî le qołî ewdaye.
begirdekey şehîdanda serdekewn
şehîdekan,
hełdesne pê
estêrekan,
beřûpoşî, dadebezin
hemû têkeł beyek debin
benaw yekda dên û deçin
destî yektirî deguşin
tenya tirpey pê û xişey bergyan dê
birîskey çaw û çipey dengyan dê
çaweřên «peyk» bigate cê
ta yekdest û yek bîr û gyan
le hewargey samî hemû hengawekan
ałayek hełken nebezîw
nawî binên
komarî kurdî pêgeyîw.
~1983/2/2
			
            
        qołî le qołî ewdaye.
begirdekey şehîdanda serdekewn
şehîdekan,
hełdesne pê
estêrekan,
beřûpoşî, dadebezin
hemû têkeł beyek debin
benaw yekda dên û deçin
destî yektirî deguşin
tenya tirpey pê û xişey bergyan dê
birîskey çaw û çipey dengyan dê
çaweřên «peyk» bigate cê
ta yekdest û yek bîr û gyan
le hewargey samî hemû hengawekan
ałayek hełken nebezîw
nawî binên
komarî kurdî pêgeyîw.
~1983/2/2