’aşiq
Li pirtûka:
            Pelkezêřîneş Namo Meken
        Berhema:
                Dilşad Merîwanî (1947-1989)
        
             1 Xulek
             1680 Dîtin
        
        
    
                minîş herweha û
toyş her tewaw nî.
keçî her xoşim dewêy
keçî her xoşt dewêm
wa zan dekem
ger lêm win bî.. dekewm
wa zan dekey
ger lêt win bim.. denewî.
xoşewîstît:
kełe mêrûyekî sûre
hełdeznê beleşmida
denk.. denk weku genim
şanekanî leşim hemû
degwêzêtewe naw leşt
katêk awiř dedemewe:
to
bûy be min
min
her minim
gyanî xełkî dewruberim
wek xiştî sûr
dexeme ser bînay gyanim
heta debim
bekoşkêkî piř le nûr
katêk awiř dedemewe
min
min nîm û
min
ewanim
gwê le dengî ’elî merdan
degirim
wa dezanim ’aşiqî kîjêkî
kurdim
keçî katêk
deřjême naw bazařekan
nek her kîjêk
kîjan
kuřan
debînim
sa, tê degem
kîjêk na
min
’aşiqî
hemû
kurdim
			
            
        toyş her tewaw nî.
keçî her xoşim dewêy
keçî her xoşt dewêm
wa zan dekem
ger lêm win bî.. dekewm
wa zan dekey
ger lêt win bim.. denewî.
***
gelêk car wa hest dekemxoşewîstît:
kełe mêrûyekî sûre
hełdeznê beleşmida
denk.. denk weku genim
şanekanî leşim hemû
degwêzêtewe naw leşt
katêk awiř dedemewe:
to
bûy be min
min
her minim
***
gelêk car wa hest dekemgyanî xełkî dewruberim
wek xiştî sûr
dexeme ser bînay gyanim
heta debim
bekoşkêkî piř le nûr
katêk awiř dedemewe
min
min nîm û
min
ewanim
***
henê cargwê le dengî ’elî merdan
degirim
wa dezanim ’aşiqî kîjêkî
kurdim
keçî katêk
deřjême naw bazařekan
nek her kîjêk
kîjan
kuřan
debînim
sa, tê degem
kîjêk na
min
’aşiqî
hemû
kurdim