şîlanî sine

Li pirtûka:
Pelkezêřîneş Namo Meken
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
 1 Xulek  676 Dîtin
bo bergirîye pałewananekey şarî siney piřdastan,
siney xořagrî xawen şîlaneha
daykî şîlan:
dû pirçî berdabuwewe
bawkîşî cûtêk simêł û
şîlanîş cûtêk řûmetî xepey
goştin
qape mastekey berdemî
«camî teraş»y heftaney bawkekey bû
destî tetełey dekird û
le dem û lûtî hełdesû
dû xuşkekey
bedem «besaqe» û «bequrbane»we
bo dem û pilî mastawî
detrîqanewe.
le nakawda
tirîqekan
têkeł be hařey bomba bûn
xanuweke û
çî têyda bûn
weku merg
řeş dagîrsan
bełam mastî
dem û pile nermołekey
gułe şîlan
her sipî bû
weku hîwa
weku aştî
weku jyan.