pelke zêřîneş namo debê

Li pirtûka:
Pelkezêřîneş Namo Meken
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
 4 Xulek  826 Dîtin
yekem
tîşkê
to detzanî
pelkezêřîneş namo û bêdar debê
to detzanî
deşt û çya
hawřêyetî defamin û
şeqam û kołanîş, diłdar debê
to detzanî
řêgaş be pêç û berd û dirextî
kenarîyewe
hogrî řêbwar debê.
boye debûyte
pelkezêřîne û
birîndar debûy
***
toş diłdarî
legeł nax û dîwî derî
hemû buwekanman dekey
toş şene birjangî nîgat
le xermanî ḧezman dedey
toş şane hengiwînî destikewt
bo hengî kargekan debey
toş weku min
goranî bo kuř û kîjî
destilemlanî, cêjuwan dełêy
toş weku min
berew çawî ’îşqî pîroz
hengaw denêy
***
ey tîşke birîndareke
awa nabim.. awa mebe
goranî
bałî xoy heye û
nime baranî payzeş
teřî deka
sema
liq û popî heye û
kiluwe befrî zistaneşî
leser deřwê
giryan
kezîyey xoy heye û
şine bay weştî beharan
boy dadênê
xende
sabatî xoy heye û
şî’ir dêt û hawînan le jêrya
denwê
nîştiman
hengî xoy heye û
be hengiwîn dizewe, deda
gerçî deyşizanê
demrê
***
dway kazîwey xewnekanim
tîşkî birîndarît û
min řazîm pêt
ba tîşkêkî birîndar bî û
awa nebî
çunke bê to:
befir leser gyay ser sing û serusîmam
debarêt û naçêtewe
çunke bê to
řeşeba le bin nînokî pencekanim
dezê û dejî û gewre debê
ey tîşke birîndareke
xoşman dewêy.. awa mebe
gyanî min bê to:
darî bê geła û
xuşkî bê bira û
zewî bê gyaye
lêwî min bê goranî to
huzarî bê denûk û
kotrî bê bał û
sofî bê xwaye
řazîm pêt û awa mebe
çunke bê to:
bałam hêşûy xem degrê
bałayştim lê nizîk nîye
pel û lask û liqekanim
xoy pê bigrê
***
dest û pencekanit neřzê
em gułe mêxekem bo bide
le řezî qije xawekey
em şî’rem bo bipirjêne
le gerdine hetawekey
em şîfonî sozem bike
be perdey ser kejawekey
dest û pencekanit
neřzê
çende nask û nerim û nyanin
ke bałefřey aştîye!
çende behêz û piř wizey gyanin
ke bestełekî
heqe wesênî
dostî dostîye!
min le berdem kejawekey
gilam û
çawî piř nazî
şîrînekey
xomim
nedî.
dest û pencekanit neřzê
bew qełemey tîşkî destit
leser çyakan binûse:
ta- segî hewşar řaw nekey
nageyte lay
şemî řazawey jêr dewar
ta- le řêy qetarî şîrîn
hemû ’emirit, beba nedey
nageyte lay kejawekey
çaw nařêjî
be dîdenî
pelkezêřîney
bała lawekey
***
kê dełê: çya diłî nîye!
kê dełê: çya singî germ nîye!
kê dełê: beytî diłdarîy
dêhatîyekanî bîr nîye!
kê dełê: ew pîr debêt û
’îşqî le bîr deçêtewe!
min xom
pîremegrûnim dî
kořekim dî
qendîlim dî
bûkî befryan le amêz naw
hêndeyan maç kird û gûşî
hênde çîřokî
’îşq û sûtanyan bo gêřanewe
hetaweku twanewe
hetaweku bûne řûbar
min xom demdî
min xom dembîst
geray masîy nwêyan debird
bo ew gundey
xirawete ewdîw dîwarî
sedey bîst
***
katêk berew hewar deçî û
le zimanî baran degey
tîjřew debî
xem.. carê tir
be tozî pêy espeketda
nagatewe
qełbezey coge xuřekanî řê
lasayî çustîy
swarî pêkey to
dekatewe
darkajî kenar řêgakan
kiřnûş deben
bo yałî hełçû
kiłafey kilkî
espe sipîyeket
degeyte kenar çyake
koşke zewtikiraweket
le lûtkeye
tavgeyekî
çuřî sipît
ser berew jûr
berew lûtke
hełdequłêt
tawêre berd
lêt dedat û
deglêye xwar
berew benden
bełam
to piştî esp û
loqî espit piştî zewî ber naden
debîtewe:
tavge çuře sipîyeke
hełdequłêtewe
serlenwê
berew lûtke