nûze

Li pirtûka:
Êmeyş le Xoşewîstî Dezanîn
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
 1 Xulek  715 Dîtin
ke hatewe zor mandû bû
heta em pyałekanî şit.. ew nûstibû
ḧezî dekird têr maçî ka û... diłî nehat
destî hêna
be řank û çoẍey singeka
witî: qeyna... bo sibey şew.
bełam
sibey şew ke hatin
hêşta maçî nekirdibû
ke be bergî naw cêgewe řapêçyan kird
hêşta maçî nekirdibû
wîstî şîwenî bo bika û... diłî nehat
heniskê çû heniskê hat
gwêy le nûzey giryanêkî gelê dûr bû
ke gwêy şil kird
řank û çoẍey
singeke bû.