tope sûreke

Li pirtûka:
Semay Nêrgiz
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
 1 Xulek  580 Dîtin
- ḧezim lew tope sûreye.
- birsît nîye?
- axir ḧezim lew topeye
- meger emřo sewze nexoyn?
- of daye gyan.. sewzeke na
sûrekeyan
***
paseke dwakewt/ topeke xil buwewe
kabrayek cigerey dagîrsand/ mindałeke dway kewt
nefesêkî şipirzey lê da/şofêrêk şêlay
dayke qîjandî/ şofêreke dabezî.
***
miştêkî piř
piřêkî wehay guriçk biř
daykekey bêdeng kird û otombêl pêçî kirdewe
hemû şit tewaw bû
cigerey kabra
hêşta tewaw nebbû
paseke hêşta negeyştibû.