semfonyay wenewşe

Li pirtûka:
Semfonyay Wenewşe
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
 14 Xulek  1528 Dîtin
1
nemamêkim.. řegî milêwneha dirextî pêş xom pêweye.
geła û gułim lem zewîye xwastuwe.
pawaney zerdexene dedem be saway xozgekan.
hengaw.. hengaw
sema sema sema.
***
min ’aşiqî em semayem, bełam zistan
her payzêkî narde lam
geła û gułe xwazrawekan dedemewe
destî zewî.
mał’awayîm goranîye
hengaw.. hengaw
sema sema s s s
2
ke bûm çewsandineweyş hebû
bełam.... namirim
heta pêkewe nemrîn.
ewsa ey însan
řoje řeşekanî jyanî min
her bas meke
ba semfonyaket xemnak nebê û
asûde bijî.
3
bałekantim pê bibexşe
zewî biçkoleye û beşî
em xoşewîstîyem naka.
4
řêgakan têkeł debin
řûbarêk hengaw
xoy deka be diłî xorda.
em bêdengîyet hełî girtûm
damnê zewî..
le hengawekanim diłnyam
damnê zewî..
gułe genim
le demî dasî
birsî
natirsê
damnê zewî.
5
estêrekan le nêwanî..
«têrî»ye awrîşmînîyekey ewan û
«birsêtî»y jûrekey minda.. çirpe çirpyane.
lem ber pencereyeda kodebnewe
seretatkêm lê deken.
çawekanim bangyan dekene jûrê
dest dekene milyan û pêkewe
henasekanim degirne koł
le dîwarî jûrekemda
beşwên cêga destekanta degeřên.
leser şostey birsîyekan
beşwên xewnekanta degeřên
nazanim detdoznewe yan na?.. bełam
dezanim hergîz to cê nahêłn.
6
dezanim espeket serkêşe, bełam
berew her tarîkîyek.. her řûnakîyek
mil denêy.. diłî mine.
dezanim espeket serkêşe, bełam
le her şwênêk lêy dabezî û danebezî
diłî mine.
to dezanî espekey to
diłî
kêye?!
7
bazuwekanim be řoj kar û
be şew awêzantin
le nêwan şew û řojada
dû řûbarî esmerin
lewetey heyn, borjuwakan têr deken û
xoman her birsîmane.
were gyane le berçawyan
yektir le amêzgirîn bew destaney..
kirêkar perwerde deken nek şehenşa.
were gyane řûbarekan bideyn leyek
ême qet asûde nabîn
hetaku nebîne derya.
8
em seferey temenim kird be dyarî
bo beharî çawekanit
bałekantim bo bikewe
centakem manduwe û piře le baran
zistan wiřkî lê girtuwe û
dergaketim bo bikewe.
9
çawekanit nîştimane û penaber nîm
tyayanda.
ẍembar mebe
ba hest benamoyî nekem.
10
bibûre lêm nazanim şî’rî řeş danêm.
hemû şewê ta beyanî
gyanim piřî endêşeye û
şî’rî sipît bo řêk dexem
berebeyanyan ke demewê bîxwênmewe
têkełî tîşkî xor debê û naybînmewe.
gwêm lecrîwey pasarîye û lewe deçê
şî’rekem bê û neynasmewe.
herhemûyan basî xoşewîstîm deken
goranî bo çawit dełên
dełêy pasarî..!
şî’rî sipî..!
weku genim hełdeçnin?!
11
bo destigîranêk sewdaser bûm
beqed daykim «xoşî bwêm»
nemdezanî ke tûşt dêm
beqed daykim «xoşim dewêy»
***
şeyday destigîranêk bûm
be hemû zimanekanî «em cîhane»
«xoşî bwêm»
nemdezanî ke tûşt dêm
be hemû zimanekanî «em gerdûne»
«xoşim dewêy»
12
xoşewîstît medarêke..
naske xewî biçûktirîn nêrgiz û
gewretrîn xorî germî
em gerdûney pêwe bende.
***
destiberdarim mebe cwanê
pê bikene û dam gîrsêne
zerdexeney to nêrgize û
le çawya min
xorî gyanim her zor kize.
13
bergî germ şik nabem
keçî ḧez le befir dekem.
***
ḧezim le deryaye û mele nazanim
tom nenasîbû
êsta piř be dił
ḧezit lê dekem
***
řûbarî ẍemî û.. ẍemim xoş nawê
bełam katêk
le gyanmida şepol dedey
her zor zor zorim
xoşdewêy.
14
heta nebûm be řeşeba
şî’rekanim be řwangey nîgakanta
serdekewn.
çaw damexe ba nekewn
çaw damexe ba řeşeba
hełyan negrêt û neyanba.
15
denûk meken bo quřquşim
ew dû kotre xirpine
ḧezyan le çîney
ser singî mine.
16
ke şewgaran
le dozexî jûrekemda şî’rî
beheştîy denûsim
giłope řeng zerdekem
şan denête ser bêdengîy jûrekem û
çaw le çawim natrûkênê.
meger
her ew bizanê
meger
her ew.
17
mandûm..
le ’ereqî nawçewan û lamlimida
xor nuqmî řûbarî sûre û
be hezar pel mele deka.
destim bird û
daway dostayetîmî kird.
ke řwanîme her destêkî
cêga destî tom pêwe dî
ḧesamewe û
têr têr destekanîm gûşî
18
«bêdengî»y emşew le henasekanma pałkewtuwe
deřwanête giřî ew momey «balê»
bo wîsey perwane deka.
***
emşew temenim leser lepî destekanit
nîştuwetewe
mîlekanî se’ateket demyan xistuwete diłîyewe.
***
wîsey perwane û balêy giřeke
dewestin û tewaw debin
bełam mîlî se’atekey to..!
ax le mîlî se’atekey to.
19
ew gemyaney
çawekanit le maçyanda nuqim buwe
destupencey řûbare erxewanîyekanî
minyan têdaye
ew gemyane serhełgirtûn
le tîşkî xor dexonewe
be şî’ir deřon.
***
xanmekem
giring nîye bo kwê deçin
bełam
aya minî şa’îr
legeł xotan hełdegirin?
20
pepûley wenewşeyî pencekanit
bedem semawe
xo dehawne baweşî pencekanmewe.
têkeł debin
herçî deken
bê pirs deyken
***
- wa têkełn.. ne leyektir têr dexon û
ne boman cwê dekirênewe.
- çarman nîye.. heste gyane cêyan bihêłîn.
21
em awaze û em semaye û xoşewîstît demxonewe.
leşim wine û her ewendey hest pê dekem
ke gûşîwte be xotewe.
çirpekanit/ be gerdinma hełdegeřên
çawekanim/ leser gonat dexlîskên.
bînayîm/ lê ketuwete naw xewî..
’etrî lamlitewe û naydozmewe.
-diłe emşew çî şik debey? çîm bo dekey?!
-bo.. çî mawe şikî nebem?!!
em goranîyet bo řadexem
toyş bergekanit fiřêde û tîşkî em mome leberke
ger çawîşim nedozîyewe
be pencekanim detbînim
22
leber ew baraneda beřûtî westawî û baranim
debarêm û beleşî bilûrînta dême xwarê
ke nizîke biçořêmewe ser zewî
hełdeznêmewe û peşîmanim lebarînim.
ke nizîke biçmewe hewrekan
debarêmewe û peşîmanim le hełzinanim.
debarêm û hełdeznêmewe
hełdeznêm û debarêmewe
erê ewe to bo
leber ew baraneda
wa beřûtî westawî?!!
23
liqî ew darane meşkênin
destigîranekemyan pê degirme baweş.
kanyawekan piř mekenewe
xoşewîstekemyan pê debînim.
ew çekuşane meken beçek
şîrînekem kewêkî xirpinî denûk ałe.
neken
hewrî şî’rekanim tûře biken
diłdarekan birsîyane
dena hewr
wek genim goş deka.. birûskeyş
şik deba.
24
katêk goranît bo dełêm
lêwekanim wa nask debin.. şîrî memkî daykayetîş
deyanřûşênin.
***
ke dêm bo lay to
şeqamî demî tîẍ.. gileyî le hengawî tîjî min
deka.
ke «leserxo» le amêzit degirim
mêjûy diłdarî
be «pele» be xoyda deçêtewe.
25
em estêrane zor lasarin
gwê nadene îsraḧetî min
daway goranîm lê deken.
***
em estêrane çeqawesûn û xoşim dewên
her goranîyek bo to dełêm.. xêra debin be
korsim.
26
ew kabraye cûtyar nîye řûtî bikenewe
gîrfanekanî piřn le ḧebî nezokandin.
gyane zanît? bo em zewîyey sałehaye
ew deykêłê..
hemû cogekan le baxełî xoyda dexewênê û
çiłe genmêkî lê nazê?
27
sermay şewan..
min xeber dekatewe û xoy le cêyekemda denwê.
awarey şeqamî cirîwey estêrekan debim
paş çend satê..
deng debexşim be hengekan ta goranît bo biłên.
***
le min waye.. hêşta to gileyî dekey?
ger wa nîye!
ta.. key..?
xeberim bikenewe û le naw cêgekemda binûn?!
28
bêdengîy em gundey diłim
çaweřwanî qirîwey germî hełpeřkêyeke.
-erxewane nazdarekan feqyaney şoř berdenewe
wa baran hat.
řengekanî řeşbełekî leberdaye
29
serma gewce diłdarkuje.
bergî şefeq leber bike
xot le gimey em kotranewe bipêçe
şan û qołekanit řûtin.
30
berebeyanyan.. le meydanî em şare
zuqim masûlkekan decwê
asman/ henasey sware
zewî/ wexte le sermada.. řeqbêtewe.
ey oqyanûse germeke.. tewjim de
le sereta..
berdekanî kenareke
serî şepolit deşkênin
bełam encam
şepol diłî berd kun deka
tewjim de
tewjim de.
31
em řûbare.. binêşt decwê û berdekanî kenarî
diłekutêyane.
em řûbare.. ke xoy le tirîfey mangida deşwa
şew gogirdîye û henisk deda.
em řûbare.. piřkirawe le pence biřrawekanî min û
hêşta
her binêşt decwê!
ax ledest em řûbarey
natwanim řiqim lêy bê!
32
were pêşê.. destim kundepepû nîye..
bełam gerdûn lemedarda
kelaweyekî kewtuwe..
tenya
memkekanî toy
bepêwe tyada debînim.
were jêr em dirextewe
were pêşê
em zewîye topełê xiłtexoye
tenya
bałay toy
tyada sewz debînim.
33
birûske waçing le zewî gîr deka
dełêm her êsta... deygirête řoj
keçî
piřî deka
le kanî.
wa demgûşî û leşim le amêz degrî
dełêm her êsta wird û xaş debim
keçî
gyanim
piř dekey
le xoşewîstî.
34
le řêwbanî ’ereq řiştinma řwawî
wek erxewan baweşt piřî le gułe.
bo pişûdan la dedeme jêr nisê-ket
be pelkî piř le gurze guł
nawçewanî germim bisře
***
erxewanekem
ger serim kirde ser řanit
be sirûdêk dam bipoşe û
xewnekanim
baweşên ke
gelêk mandûm.
35
sema heye bergî newê
seferêk dabhêne.. cantay newê.
***
diłim cantayeke.. piře le firmêsk û henisk
zincîrekey danaxrê.. danaxrê.. na
36
dwayîn zîndûy dastanekey «telze’ter»
pênc sałanêkî birsî bû
denkê zeytûn-y şik debird
diřindekan geyştine lay
ewîşî nexward û
têy girtin.
37
gořeket emşew le «hayhîd»
bibuwe baxêkî estêre
diłdarekan awyan deda
estêrekan wek pêkenînî gedakan
gewre debûn.. gewre debûn..
debûn be xor.
38
natwanim tenya bijîm
termêkim bideyê, emşew lelamewe bê.
ke hîç nebê, ta sibey bîr lewe bikemewe
çon jyawe û.. çon denêjrê?
ke hîç nebê
legeł termêk
39
ḧeme gyan
serab le pêt aławe
parçey yadgarekanit wek bilûrêkî şikaw
le jêr pêstima sefer deken.
le naw tofî kejekanda
afretêkî řeşpoş wek min çaweřête
şemendefereket tîjřewe
serî larit leser şante
hemû direxte sewzekan cê dehêłî
le temî pêçî çyakanda
nuqim debî û
nageřêytewe baweşman.
40
gyane.. ta xawenî em pencanem bim
pirçekanit dadehênim
herkatêk lêyan sendim
be destî xot nawçewanim bisře û
serim bixe ser bałî
lebîrçûnewe
ew xoy dezanê
çonim řadejênê
ew
xoy
dezanê.
41
min pepûleyekî řwawim
to gułêkî bałdarî
hełdefřî
xot be gerdinma hełdewasî
tund dest bigre ba nekewî
agadar be
agadar be
zewîyekey jêrim kêłgey gwêzane
tund dest bigre
ba nekewî.
42
kargeke dengî denûsê
çerxekanî bawêşk deden
keçî
toy mezin
bepêy kotewe
be şeryanekanyanda
řadekey û nasrewî
***
em maşêne
deẍłî bazuwekanit dirwêne deka
keçî
toy şeket
pêdekenî û goranî bo sibey dełêy.
43
darxurmakan řeng zerdîy minyan leberdaye û
le çawî dîcleda xoyan deşon.
dîcle kirasî dûrêtîy toy leberdaye û
be lepî destî minda guzer deka.
lepî destekanim hełdefiřn û
leser şanit denîşnewe
şan hełmetekêne
mêjû gileyît lê deka.
44
ey derya..
xewm dedî řojêk le řojan
serim bixeme ser řanî tenya şepolêkit û binûm
keçî bûkêkî deryayî wat pê bexşîm
řazî kirdim: serî hemû
estêre û dirext û şepolekan
bixeme ser řanim
laylayeyan bo bikem û mandû nebim
le baweşma têr têr binûn û min
nenûm.
45
jê-yekanî gîtareket
şî’rêkî mine û nûstuwe
hestîm/ leser singî gîtareket
pałkewtuwe.
pencekanit bibziwêne...... bîxonewe.
***
gara
min şeyday demudûy pencekantim.
êsta le nawendî yarîgakem
pencekanit bibziwêne...
le zimanî pence degem.
46
xor bezewî newtuwe
were le dewrim bigeřê.
zewî şine be kirê nagrê
hewrî bo la biřewênê.
ey to gyane hîçit lêm dawa kirduwe?!
47
estêrekan.. destyan le milimdaye.
deryakan.. xistûmyane baweşyan
baran.. goranîm bo dełê.
to lêre nît û min tenya
diłim xoşe û hîçim nîye.
tenyayîm kiłoyek xwêye û
le çawekanma sema deka
diłim xoşe û hîçim nîye.
48
ew berde birîndare binê jêr serit.
leser em şoste jangirtuwe binû.
ziryanî em şewe bide be xota
binû
binû
sibey tenya qełemekem bot degrî
sibey tenya
giskî kenasekanî em şare
bot degrîn.
49
cengełê afretî wenewşeyî
lew serabey ewbermewe.. sema deken.
bełam min to le nawyanda denasmewe.
to zor dûrî wenewşeyî
le naw cengełê afretî weku xota
sema dekey.
bełam min to le nawyanda denasmewe.
***
le nêwanî min û toda
bûkî baran kirasêkî qenewwizî leberdaye.
dugmekanî detrazênim.. kirasekeyît bo dênim
baran le min zwîr nabê
lemêjewe çawenwaře
şa’îrêk bê
dugmekanî kirasekey bitrazênê.
50
lewetey řoyîwin ziryanêk le şeryanekanî
min û şarda sefer deka û nagate cê.
bûme kesêkî asayî naw şarêkî na’asayî.
pêkenînekanim wek pasarîy şekir
pol pol.. le řûbarî çawekanyanda.. detwêtewe.
***
lewetey řoyîwin
şeqamekan xoyan pêçawetewe û
hemû guł û dirextekanyan lebin dest nawe
teřayîy cogekanyan xistuwete cantay
firmêskekanmewe û sefer deken.
***
sefereketan zorî bird
bigeřênewe û
dirext û gułekan bigeřênnewe baxekan
şeqamekan řabxenewe û aw bikenewe
cogekan.
em ziryaney gyanim derken
bigeřênewe û bimkenewe
şa’îre asayîyekey
naw em şare na’asayîye.
51
beřakirdin
berew řûm hat
mindałêk bû.. leber pêyda
berz û nizmîyekan text debûn.
berdekan xoyan ladeda.
çiłêk şî’ir û çiłêk ’etrî
lemişt nabû
ta lêm nizîktir debuwewe gewre debû
gewretir bû
gewretrîn
katêk geyîşte astî min
bibuwe xatûnêkî mezin
bałekanim bo kirdewe û xoy fiřêdaye baweşim.
lêy geřên em ewîne
řastîyeke
wek oqyanûs û deryakan
çawî şîne.
de lêy geřên
efsane nîye.. ewîne.
***
beřakirdin
berew řûm hat
xatûnêk bû.. le taw xirmey baraneke
bałekanî dabuwe dest ba.
memkekanî delerzîn û bonî gyay teř têy ałabû
ta lêm nizîktir debuwewe mindał debû
mindałtir bû
mindałtirîn
katêk geyîşte astî min
neşmîlêk bû- geş û xirpin
bałekanim wek dergay baxçey sawayan bo kirdewe
lêyanewe hate jûrê
ger serbinên be singimewe
gwêtan le heniskebřikêy
řakirdinekey ew debê.
lêy geřên ba le singima tawêk binwê.
lêy geřên hêşta manduwe
sedan sałe nexewtuwe.