her kurdim

Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 1 Xulek  5615 Dîtin
em şî’ranem le piştî wêneyekî yadgarî nusîwwe.
be derbederî yan le małî xom
le xakî ’ereb, le êran û řom
kok û poşte bim, řût û řecał bim
koşkim de qat bê, wêranemał bim
aza û řizgar bim şadan û xendan
yan zincîr le mil le sûçî zîndan
saẍ bim ciḧêł bim bigirim gwêswanan
yan zar û nizar le nexoşxanan
danîşim leser textî xunkarî
yan le kołanan bikem hejarî
kurdim û leřêy kurd û kurdistan
ser lepênawim gyan leser destan
bekurdî dejîm bekurdî demirim
bekurdî deydem weramî qebirim
bekurdî dîsan zîndû debmewe
lew dinyaş bo kurd tê hełdeçmewe