xoşîy dwařoj

Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 3 Xulek  1497 Dîtin
le beẍda nexoşî sîl zorî bo hênabûm, duktorîş mizgênî mirdinyan pê dabûm minîş emanem wek awatêk nusîwwe.
dêtewe wextî hera katî xebat
dêtewe bawî miḧemed sełewat
zûbezû pêk dê hemû diłxiwaman
le biłindan deşekê ałaman
dêtewe bawî ewey destey kuř
bêneřîz nêzebedest û diłpiř
saz debê leşkirî bê’endaze
be hemû core çekêkî taze
leşkirî kurdî be aza meşhûr
dersî ceng fêrbê lekin ordûy sûr
bêbeze hełdekene îstî’mar
dadepaçin serî xwênimj wek mar
pak leřêy em weten û em xake
ta lepêşday bikujin pêy çake
kîjekurd dûr nîye yektir ban ken
zamî endamî kuřan derman ken
***
namênê řoj û şew, aẍa û tacî
řawbiken, biçnewe koşkî ’acî
katê dê ře’yetî desqełşawî
leserûy aẍa binûsrê nawî
řojê dê řenicberî bê nan û mał
serî ḧacyan bika zîndebeçał
ha ke dît sofî û derwêş cûtin
têdegen bo çî nedar û řûtin
řîşî mam şêxî le binda debiřn
abřûy deřjin û wirgî dediřn
herbîna dît ke melay xayînî gel
řojî îqbałî serewjêre le kel
be pet û darî heławesrawe
sedhezar çepłe ledûy lêdrawe
nîştiman paşî fiřêdanî bijar
paşî peykirdinî destî zordar
wekû êsta heye wa namênê
gelî merd ew deme xo denwênê
kîj û kuř pîr û cwan pyaw û jin
karî zoryan heye řanawestin
her ke aẍa be şeqan ço ber dê
milî gacûtê le nîrî derdê
her teraktore ke wa bang dêłê:
her kesey ba beşî xom pê bikêłê
dadeçênin be genim deşt û kêw
dêteřû herçî heye zêř û zêw
herwekû deçte cêgey beg řenicber
herweha lorî deçête cêy ker
ladeçê ẍareřeşî dêhatî
dête cê koşkî sipî û dû qatî
berqe debrûskê lenaw her dêyek
řoj debê nîweşewî her cêyek
le hemû şwênê bijîşk û duktor
daw û dermanî le her çeşin û cor
çarî derdyan dekirê xořayî
heye mekteb le hemû awayî
ta le çing dêwî cehil řizgar bin
’alim û çapik û řołey kar bin
derdexen me’denî połay asin
çunke zana debin û deynasin
bo řêgay asin û bo utumbîl
let deken cergî hezar wek qendîl
kurdizmanêkî wekû xot û xom
tecrebey xakê deka bo atom
řojê hełdefřê hezar teyyare
ke lebin bałî: bijî kurd, dyare
***
lawekan xoşî le xow serpakû
wek beheştêkî debînin xakû
daxekem min ke nexoşîm sexte
ke emeş şwênî kuřî bedbexte
zor detirsim ke biřom neybînim
pê nega ḧasłî hêşta şînim
to biłêy hênde ecel řawestê
’ehd û peymanê legełma bestê?
wetenim herwekî boxom demewê
serdemê çawmî wa pê bikewê
ew demey gyan be desî xom teslîm
dekem û namewê ba çîdî nejîm