2 tiranehay kirdî dihat atraf kirmanşah

Li pirtûka:
Gorani
Berhema:
Mihemmed Mukrî (1921-2007)
 1 Xulek  911 Dîtin
156
to wey qutke û mil, wey jîr çenewe
’ezîzî welay xwa û benewe
157
era nekeytim kulekey werit
we şew bałapûş, we řûj newkerit
158
er dûsim dîrî, der’arim le xem
erne bîzarim le tarf dem
159
şelim, şeketim, jan dase qulim
kûrjeket lawe, des bixe milim
160
daym hayte fikir des we milanî
tekit bîye la, kûrpem tilanî
161
xuda day le des î newnemame
şew le pejarey xew lîm ḧerame
162
le îwarewe şem giranme
tejil şayîm da dûs mîmanme
163
kezey werfelul mileyl kirdyew pen
bî xem çu zanit, min xem gyanim sen
164
xem tu biramî, xem tu biramî
xem karwanseray şew menziłgamî
165
serim û sergerd, pam we kûtewe
mer desim bûřn new lîmûtewe