nexoş kewt nêrgisî bêçare bo ew çawe bîmare

Li pirtûka:
Dîwanî Eḧmed Muxtar Caf
Berhema:
Eḧmed Muxtar Caf (1896-1935)
 2 Xulek  470 Dîtin
nexoş kewt nêrgisî bêçare bo ew çawe bîmare
qedî nuştayewe ’er’er ke dî bałayî ew yare
birînî ser diłî dîsan be nasor kewtewe nałe
le daxî lêwî ałî ew nîgarey bêçuwe ’eyyare
ke tay zułfî nwand sunbul xecałet bû lenaw baxa
fîrarî kird û řûy kirde byaban wêł û bêçare
nwandî gerdinî xoy, gerdinî mînay şikan dîsan
musułmanî nehêşt ḧełqey serî ew zułfe zunnare
ke dî gonayî ałit guł le baxa dwênê em wexte
yexey xoy dadřî sertabepê wek şêt û petyare
milî keç kird wenewşe, kewte ber pêt wek qebaḧetbar
ke derkewt xałî lêwit têgeyî şêt û xetabare
lemew pêş qafye bendem, emêsta bû be ’ebdî min
ke mecbûrim bihênim nawî ew meḧbûbe nazare
le zułifit lazme dîsan bidûm lêm megre meḧbûbim
ke basêkî dirêj û dûre gerçî êste tîkirare
be bonî ’enbere, wek ’eqřebî ceřřare nêşî ew
be pêç û ḧełqeya ḧeqme biłêm bew zułfe řeşmare
biłêm bonî guław û ’etre ew zułfe ke hêştake
xetayêkî ’ezîme ger biłêm wek mîşkî tatare
witim maçê kerem fermû be eḧmedNasnava edebî bendeyî xote
witî çî bikem le destî em kuře begzade bê ’are