diłî bê ’ar

Li pirtûka:
Firmêsk û Zerdexene
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
 1 Xulek  781 Dîtin
ew diłey zor car bo bedîhênanî firmanekanî azarim edat
ey dił pêm biłê bew biçûkîye..!
çît le min ewê? yarit bo çîye?
to ke peywendî le qefezî sing
bo çîte çaw û ebroy wek qułing
yezdan karî xoy -zû pê zanîwe
ke le êskî řeq singî çinîwe
egîna xêra le çwarde sała
leşî kesast becê ehêła
ekewtîte dway zor bejin û bała
ser řûy zemînit be pê ekêła
her řojey şarê cêgey to ebû
her mawey cwanê leylî to ebû