siruşt

Li pirtûka:
Firmêsk û Zerdexene
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
 1 Xulek  1158 Dîtin
ew parçe zewîyey min şeyday ewînî bûm û goranî be dił bo ełêm
sirwey şemał weku minał eyzirîkan
henasey guł, dijî peykuł, ebû pexşan
heta siruşt
hemûy be gişt
çeşnî behar, řazayewe
wêney gułzar, geşayewe
piř bû le jîn, gułî nexşîn
pasarî cwan, asmanî şîn
řûmetî ał, çawanî kał, geş û nazdar
êsk şîrîn, perçem perjîn bax û gułzar
pêstî sipî befrî kwêstan
kemerî şil nerim û nyan
baxî lîmo, wêney pişko, dagîrsawe
qijî qetran, xaw û pexşan, têy aławe
siruştî meng nazdar û şeng
meçekî piř, sipî û nask
gerdinî berz, çeşnî ask
diłî piř řaz
gerûy besaz
giftî şîrîn
bizey řengîn
derûy guł min şad eka
pepûley jîn azad eka
***
* çawit kałe û kałî hêşta ẍem le dił derke be kałî
hemû kałê tałe lay min şîrîne sêwit be kałî