řazêk

Li pirtûka:
Firmêsk û Zerdexene
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
 1 Xulek  794 Dîtin
pêşkêşe benazî çawekanit legeł eweşda ke nemtiwanî řazekey diłim betewawî derbiřim
pêłûy nazenîn hełhat le çawan
destî firîşte le řoj buwewe
řûnakî û wirşey eyda le diłan
xem û eşkencey le řû çuwewe
***
ebro hat û çû leser çawî geş
tirazûy tazî nazî ekêşê
her diłey tozê nazî bida beş
bew nazey gyanî gelê dekêşê
***
henasey zarî jêr dû lêwî ał
heniskî gerûy řêḧaney cwane
ke legeł şiney fênkî şemał
xeyał û mezey badey mestane
***
tałî qijî řeş telî kemane
jyan piř eka le neẍme û awaz
dengêk pexiş eka be nûkî şane
mirdûy gořistan exate ser řaz