dûrî

Li pirtûka:
Firmêsk û Zerdexene
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
 1 Xulek  834 Dîtin
ew dûrîyey be jimarey řojanî jyanim daxî kirdim
çawî êşkigir beramber cwanî
eşkî piř xemî eřişt wek kanî
axo eşkencey dił bo dûrî ew
jînî kird be tem wek xeyał û xew
hełbete çare way kird ke dûr bê
şadî û bextyarî minîş zincîr bê
bełam dîdenî le naw gułşena
ke guł be cwanî emxate sema
wa şeydayetî diłey bê çarem
minîş dêwaney cwanî ew karem
dîdarî yarim take hîwame
řojanî jînim her bew betame