gułî min

Li pirtûka:
Firmêsk û Zerdexene
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
 3 Xulek  1090 Dîtin
ew gułey mangî nîsan çaweřwanî bûm ke biřwêt.. ke çî şubat kirdî be jêr befrewe berî neda
berebeyan bû tîşkî xoretaw
qijî zêřînî der’exist taw taw
melî neşmîle be dengî xiroş
diłî gułanyan ehênaye coş..
řaste behare deşt û kêw ałe
gułan le bezmin.. dûrin le nałe
gułêkî berzî geş û peře cwan
goranî ewt bestey diłdaran
legeł şiney ba řûy çerxane lam
weku pêm biłê: ey lawî nefam
boçî bew core to çawenwařî
bêcge le ême bo kê enwařî?
bêcge le ême cwantir kwa?... nîye
teřayîy gyanman awî kanîye
řengî be boman keylî siruşte
henasey zarman şinekey weşte
pêm wit: gułałe to key nexşînî
weku gułî min firîştey jînî?
gułî min gişt kat dem bexendeye
carê geşawe û carê xunçeye
çwar werze lay ew sewze û behare
emsałîş wêney gułekey pare
gořîn û zerdî werîn û pestî
lay ew dyar nîye toş eyperistî
qedî nask û sewz û bałaye
řûy ałî yekser cwanî nîgaye
lem kateda bû gułî nazdarim
be bergî ałî hat bo dîdarim
ke gułałe dî pencey nazk guł
ekewête ser peřî nermî guł
lecyatî sîsbûn egeşêtewe
wek mangî çwarde edrewşêtewe
peşîmanbûnî be henasey sard
legeł bay şemał bo minî henard
witî: tikaye gyanî şîrînim
encamîm wergirt... bayî bû qînim
êste ezanim çone gułî to
min bûm nefamî taze pişkutû
yek dawam heye tû ew çawaney
tû ew cwanîye û pirçe pexşaney
eger pêşkeşim be gułit nekey
le berzî suxme lew ser memkey
pêm xoşe lelay ew gułe cwane
ger hełîşwerêm lelam asane
pêşkeşîm kird û le cêgey damna
dawakarîyekem zû becê hêna
katêk wek lawlaw be yeka tenîn
peřekanî guł xêra hełwerîn
ke leser suxmey guł řengînewe
be xende û qaqay pêkenînewe
gyanî xoy bexşî be diłdarekem
xo min gułîş nîm ey çon wa nekem
le perdey dîdar şad û kameran
dûrkewtînewe le ẍemî jyan
keçî hêştake diłem birsî bû
be dem řêşewe qurbanî ebû
ca tuxwa yaran naheqyan egirin
ke guł le dûrî gułałem bimirin?!
çon basî nekem ke ew řengîne
bew hemû maç û gaz û guşîne
ne řengî gořa ne peřî jaka
newek gułî tir cwanî bizřika
key bê le gułşen hemdîsanewe
legeł gułałey em nîsanewe
çawim be řûy guł bikewêtewe
ta şadî diłim bigeřêtewe
ewsake biłêm eweye şadî
diłey bêzarim êsta azadî