řeḧmet le řoḧî şahanî êran

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  929 Dîtin
řeḧmet le řoḧî şahanî êran
ke desturêkyan hênaye cîhan
qet nawecaxyan nexsite ser kar
payeyan neda be pyawî bê’ar
kuřyan da’ena lenaw meclîsa
têr gwêy řa’egirt înca heł’esa
ew terbyeyey lewê weryegirt
mamostay mekteb řêy pê nedebird
xwênî esalet behrey însane
řesen şerefî cinsî ḧeywane
eme buwete tecrubey dewran
zor car netîcey hatote meydan
keçî kewtûyne dewrêkî wawe
herçî parey bû ełên tewawe
bełê ebînî êste ke pare
zortirî le lay pyawî bê’are
bełam faydey çî? kełkî kes nagrê
be mêrdî tazey jinî ebřê
ewî be neseb fecrî řunak bê
ebê be ḧeseb kirdewey çak bê
be êstiryan gut: bawkî to kêye?
witî: řesenî daykimim pêye