’eceb sîřřêke boç bulbul xerîkî nałeyî zare

Li pirtûka:
Dîwanî Eḧmed Muxtar Caf
Berhema:
Eḧmed Muxtar Caf (1896-1935)
 1 Xulek  721 Dîtin
’eceb sîřřêke boç bulbul xerîkî nałeyî zare
keçî meḧřûme ew daym řefîqî ẍunçe her xare
le her weqtêkda nêrgis bibînim çend lelam xoşe
ke çunke ew gułeyş nextê şebîhî çawî diłdare
hîlalî yekşewem dî sucdeber bûm bê te’emmul min
mubarek bû lelam çunke ełêy taqî biroy yare
le xełwetxaneyî diłma beẍeyrez yadî to cana
nîye baweř bifermû çunke cêy yare ne eẍyare
le sîḧḧet da’îmen bêzarim û mayl be bîmarîm
le řojêko ke dîwme ẍemzeyî ew çawe bîmare
meke men’im le ’îşqî guł řuxan zahîd dexîlit bim
be destî min nîye çî bikem diłî bêçare naçare