xwa lew bedeney be êmey dawe

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  853 Dîtin
xwa lew bedeney be êmey dawe
dû çiştî zidî tyada danawe
yekêkyan řoḧe ew bew pakîye
ewî tir nefse bew bêbakîye
řoḧ řûy le xwaye û nefsîş le şeytan
’eqłîş xwa dawye bê be pasewan
bełam em pende hî pêşînane
ke ełên ’eqił lay pyaw mîwane
ew ’eqłey kewa mîwane le lat
ebînî le piř le dest nefis hełat
’eqił ełê karêk ke le řêtaye
lêkî biderewe, bizane çî tyaye?
eger encamî be çak ezanî
hewłî bo bide heta etwanî
xo eger zanît netîcey nîye
xo mandû kirdin faydey çîye?
bełam ke şeytan nefis ecûłênê
le řoḧ û ’eqłîş ser eşêwênê
êsta nefis ełê... başe
em hemû jine cwanet yołdaşe
toyş ciłew le dest ’eqił wer’egrî
dwayî ke kewtî her ew bot egrî