şîfay derdî diłe maçî demî wek şane hengiwîne

Li pirtûka:
Dîwanî Eḧmed Muxtar Caf
Berhema:
Eḧmed Muxtar Caf (1896-1935)
 2 Xulek  649 Dîtin
şîfay derdî diłe maçî demî wek şane hengiwîne
be ’îşwe pêkenînî ew nîgare ba’îsî jîne
ke dîwye ew ẍezale êste bergî şînî poşîwe
eme çen wexte boye asmanîş bergî wa şîne
le diłma neqşî nawî to le dîdem bejin û bałaket
ke dîm ew řesim û teswîre çi îḧtyacim be bînîne
xwa sed şukirî to daym ke ew diłdare bê řeḧme
be xwênî ałî cergim dest û pêy êstake nexşîne
serî zułfî wekû sunbul dû dîdey nêrgisî şehla
dû kułmî bergî guł elḧeq nîgarêkî be temkîne
nimûney ’îşqî min bû êste wa meşhûrî dinyaye
ełên ferhadî koken kuşteyî mujganî şîrîne
binazim sunbulî zułifit ke aławe be bałata
le ser ta pê hemû her ḧełqeḧełqe û çember û çîne
xeyałî waye meşqî nałe û giryanî ’aşiq ka
ke hewrî newbeharan boye wa mayl be barîne
hemîşe lutfî yar derḧeq řeqîbane û bełam bo min
qisey xoşî cinêw û ḧîddet û bê lutfî û qîne
le dûrîy řûy gułî to bulbulî dił êste eybînî
le sîney şerḧe şerḧemda xerîkî şîn û nałîne
le řojî ḧeşirda cêy cennete eḧmedNasnava edebî ke kujrawî
des û tîr û kewanî diłberî bê mîhir û ayîne