dewen be aşman lê jyayewe

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  655 Dîtin
dewen be aşman lê jyayewe
her aşî mîrî nenrayewe
zor çawî řeşman kał bwetewe
«goyje»yiş zor befrî lê çuwetewe
mizgewtî řûxaw çak kirayewe
mela me’aşî bo biřayewe
şeře pelêke be xişt û nîme
ew boçî bîbê û min boçî nîme?
pêçkey zor tabût egrîne ser şan
mirdûman ebeyn bo «girdî seywan»
ke hatînewe her lew řêgaye
tedbîrî sûd û selemî tyaye
«dersî ḧiqûqim» her le bîr mawe
«ẍubnî faḧiş»yan ḧeram danawe
ḧeramman lê bû be quřî zistan
wek gezo û mazû mubaḧ bû boman
ełên: payedar, payedar nabê
dewłet le nadan dest berdar nabê
em hemû sałe dewrî dinyam dî
nemdî awatî hejar bête dî
biřwayşim waye û eyłêm bê perwa
her wa hatuwe û bew çeşneyş eřwa...