zik têrîm karî destî mandûme

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  589 Dîtin
zik têrîm karî destî mandûme
towî ’îzzetî nefse çandûme
ew çawe bibře ke eybiřye dest
tema’ marêke pêy namûsî gest
ḧîkmet firoş bî bê qedir ebî pêy
şerit ewete xot wabî ke eyłêy
bê guzeranî derdê ha’île
nuqtey negbete bo ser ’a’île
ke mindałeket le birsa egrî
îtir nazanî çi řêyek egrî
nebûnî destî şêrgîr ebestê
makîneyş benzîn nebê ewestê
kem destî eger hewłî têda bê
«’usir»êke ebî «yusir»y le dwabê
derdî giranî însan ḧesede
fereḧî nada be dił, zor bede
beẍîl bîşîbê dayîm ẍembare
çunku ḧesûdî le ser dił bare
ew kesey dił û derûnî pake
xełk xoşî ewê, bo xoyşî çake
emane hemûy ke dadî xwaye
her qena’ete xêrî ledwaye