gunah û tołe, zor kes tya kołe

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  830 Dîtin
gunah û tołe, zor kes tya kołe
xo hêcgar tołey bawik bo řołe
bawik le ewlad înkarî nîye
azarî heye û bêzarî nîye
emeye ke xûy firzend egořê
her be zîndûyî eyxate gořê
ke be mindałî terbyet neda
ew eřwa be şwên kirdewey beda
ewsa qanûnî cezay ḧikûmet
meḧkûmî eka, be pêy ’iqûbet
ebê gunahî bawkî lê bigrî
xoy xûy wa lê kird ba her boy bigrî
min bawkim dîwe ke çawî lê bû
kuřekey le şwên otomobîl çû
ew be fexrewe eygut: kwê eçî
çon le çing eḧey kuřim derdeçî?
xo eger kewte jêr otomobîl
eçîte şikat be dad û dexîl
nałê kuřekem řay kird şwênî kewt
xoy heławestî destî berbû, kewt
ax xozge çarî eme ekira
bawkî ewane ceza edra