ta pêkuřey xot le la westa bê

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  864 Dîtin
ta pêkuřey xot le la westa bê
bêganet newê, ba lat westa bê
eger le mała nanit bo bikřê
le bazar mekře kełkit nagrê
eger le şarî xot dostit negrî
bêganet tûş dê etkate girî
xwa legeł herçî kirditî be hawmał
wa bike her dû la pêy bibin xoşḧał
to lêm epirsî camî’et kame?
mał řawesta bê, «cam’» ḧerame
ewî ke leser tecrube biřwa
her çîyek biłêt pêy bike biřwa
pîremêrdêk zû pêy witbûm beste
pel mehawêje, bo xot binc beste
meřwane we’dey hîç qewm û xwêşê
hemû kes be lay xoya dekêşê
«bismark» zanîwye syaset çîye?
hel hełkewt mam û birayî nîye
bo îslam wefay we’de ayîne
řabûrd ew ’ehdey ’ehdî pêşîne
dîmuqratîye û lafî wetenî
bem dû tefreye şeytan pêkenî