elf boye pêş hemû ḧerfane

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  889 Dîtin
elf boye pêş hemû ḧerfane
lûs û barîk û řast û řewane
ewî ke çewte buwe be ḧełqe
ya bo pê, pêwend, ya bo mil, tewqe
dyare ke řêwî çend ḧîlekare
be dawî tełey çewt giriftare
ewaney çewtin gyan le ber egirin
xwa neydawnê ke ser hełbiřn
çend xoşe însan řast û serberz bê
nek çewt le biřîn be tirs û lerz bê
liqî her darê kewa xwar řoyî
řast nebêtewe eybiřê xêwî
mar be gîngiłe û be pêç exşê
ke kujra înca řast řadekşê
ewî xoy le xełk be fêł egořê
goř waye bîgrî û bîxeyte gořê
kak eḧmed du’ay ekird bo bacgir
nemrê û nebête bacgir ewî tir
êsta bacgirîy pîşey řesmîye
kasbîy ḧełał řû le kemîye
to watey miçe bê me’na megre
gewad le casûs bê mizeřet tire