çake û xirapeyş endazey heye

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  705 Dîtin
çake û xirapeyş endazey heye
kem kes ezanê ḧeddî ta keye
endazey çakeyş ke hat têpeřî
nabekar ta bê eydate berî
bexowenedîw surmey leber key
ebê zor pyawî kardîde derkey
espî ’erebît da be gołî swar
serkêşî eka û boy nayete bar
herçî hate pêş têwe eglê
dyare ke dwayî xoyşî eglê
karbedest le ser tecrebe eřwa
goşt bo qesab û nan bo nanewa
caran mindałman enarde ḧucre
felaqe ekira be darî gizre
be mamostaman egut wek dujmin
goştî bo to bê û îsqanî bo min
bełam katê kêrd geyye êsqanî
cergiman esûta û derman ehanî
bawik bo ewlad hîç çarî nîye
azarî heye û bêzarî nîye
karî terbye endazey ewê
le ḧed tiraza pekî ekewê