maran gaz eger carê biřexsê

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  851 Dîtin
maran gaz eger carê biřexsê
le xişey mar û mêrû etirsê
pyawî waş heye hênde lasare
nasrewê meger le pay sêdare
we nebê ke mird le koł bêtewe
êlî le geł xoy ebřêtewe
yekê dê řengî baẍê eřêjê
dirextî hîwa be erk enêjê
xizmetî eka heta ber egrê
lapleresengê le piř eybiřê
ke dinya buwe gałtey mindałan
małî bawanman eřwa be tałan
gewre û biçûkî xwa xoy daynawe
êsta wa partî û teḧeřřuř bawe
qîbley qedîmman le dest derdênin
dersî şyû’î û řûsî exwênin
eger ayînî îslamî bigrîn
ebê felestîn hemû boy bigrîn
ewey ke piştî «sehyonî» egrê
ebê le xwaman bwê ke bimrê
xwa ke ’êraqî be ême dawe
çîmane le ser pasî cirtawe