ewaney ke wa karyan be deste

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  712 Dîtin
ewaney ke wa karyan be deste
ke hat le ře’ya bûn be dû deste
eger herdû la bo gel xêrxiwa bin
hîwadarî řast be xêrî xwa bin
be ḧusnî nîyet kar ebene ser
dirextî emel boyan dête ber
fermûdey nebî boman ḧuccete
ke îxtîlafî ommet řeḧmete
bełam ẍerezî şexsî kewte naw
řeḧmet zeḧmete dirawman dořaw
min lawî wam dî ke şeşî eylûl
ber derkî seray kird be gerdelûl
meteralyozî be xencer şikand
azayîyekî şêraney nwand
ew kesey xoyan bo da be mirdin
ew be destî xoy kelebçey kirdin
şînim be şî’rî ekird ewsaye
êsteş giryanim wa le qurgaye
kurd nabřêtewe xeyałî xawe
beratî necat be xwên nûsrawe
min boye řengî sûrim xoş ewê
mijdey şefeqî lê derdekewê