her biłêy ezim wa hełdebezim

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  876 Dîtin
her biłêy ezim wa hełdebezim
hemû şewêkit nabê be bezim
«pîrweysî xilk» eygut serdemê
mê bûge we nêr, nêr bûge we mê
xwa jinî be jin dirûst kirduwe
mał û zawwizêy pê siparduwe
mûyan dirêje ’eqlyan kurte
îtir çyane lem cirit û firte?!
ewey le karî xwa řexne egrê
her derdîserî û şeřî pê ebřê
ême her bewe małman wêrane
kilkî tewreke liqî xomane
xoşe řûbeřû dujminit dyar bê
nek be destî xot pêt birîndar bê
bo azadîy geł mirdin şayîye
legeł xo herçît kird xořayîye
emaney xoyan kirdiwe be gewre
dinyay dînare têkřa be dewre
sa xwa lemaney gyanyan fîda kird
beydaxî berzî gelyan berpa kird
hêndêkî waman bo pê bigeyenê
mîllet le çingî zordar derbênê