çend xoşe merdum însanî naw bê

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  685 Dîtin
çend xoşe merdum însanî naw bê
be tenha małe gilêney çaw bê
yusif le karî xwada ała bû
her hêndey xoş bû ke le çała bû
min řojî ḧeşirim boye la şewe
ke dîsan têkeł be xełk ebmewe
elektirîkman kewtote nore
boye emende talbî zore
berî dû bira berbûne hera
êsta dû bira bûn be do biřa
ta’ûn û weba pêkewe hatûn
her dukyan le dest.... hełatûn
ewan be cûte beřêyan eken
bo ser ewaney serpêçî eken
kewabê ême lêyan natirsîn
birsîş bîn dîsan be řa û pirsîn
ew cûte her çend cûte weşênin
çwarey lay ême ewan eşkênin
qise hezare û dwanî bekare
weba bê û ba bê merg bo hejare
xwastî xwa waye pyawî dewłemend
qezay asmanîş pêy naxate bend