payîzman bo hat bo gîpe xwardin

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  636 Dîtin
payîzman bo hat bo gîpe xwardin
hendêkîş parûy yektir jimardin
dway gîpe keşkek nerîtî kone
ke befrîş barî dokeşk û řone
em dû xoraye xořayî nîye
kem dest eyzanê mesrefî çîye
îmam bayîłdî hêndey tê neçû
le tawa îmam leser xoy eçû
keşkekîş tirê řeşkey pê ewê
emane bo min çon řêk ekewê
keşkek û gîpe bo dewrê xoş bû
kesukar bo yek dił be peroş bû
êsta birayî biřawetewe
çiray dił řûnî kujawetewe
eyşixiwa û pêt ełê le batî çake
muyê le beraz bêtewe çake
herçî eybînî heta ḧeywanat
bîlawênyewe řû ekate lat
em binyademe hî waman tyaye
xizmetî ekey řenicit be baye
eger ayînî îslam bigrîn
wek birayn řexne le yektir nagrîn