çoleke enwê şew le kulane

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  780 Dîtin
çoleke enwê şew le kulane
hemîşe řûy pêy le asmane
asman řûxa bîgêřêtewe
ke destîşî şika bîgrêtewe
hendêkîş dełên nûke berdûxê
le asman gîr keyn sûkê eřûxê
minîş dest egirim be kiławmewe
le dûy babirdû zor xulamewe
neẍmey wetenman papaẍanîye
her be zubane le diłda nîye
heye qazancî her bo xoy ewê
eger bê û carê boy řê nekewê
ełê wêran bê minîşî tya bim
ke xom lêy nexom boç be hîwa bim
hî waşman heye xoy be birsyetî
hełdeka û tenha hewłî gelyetî
hełdestê řêy çak bidozêtewe
îl leber baran bigwêzêtewe
be peł ber’ebne serugwêlakî
xirapey ełên le birîtî çakî
çarî em derde xwêndewarîye
egîne nezan derdî karîye