bêderetanê ke me’aşxore

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  679 Dîtin
bêderetanê ke me’aşxore
legeł kasb da ferqyan çend zore
me’mûr ke çawî le me’aşyetî
bo têpeřînî řoj telaşyetî
eyewê ’umrî lê kem bêtewe
ta serî mangî zû bo bêtewe
hîç derbest nîye yaxo nayzanê
ke ’umrî eřwa bo tîkenanê
tîcarîş řojî dû řojey ewê
firyay firoxtî małî tir kewê
bełam dewłemend xawen sermaye
řoj û şew lelay ew wek yek waye
xerîkî bezim û keyfî xoyetî
çi perway derdî min û toyetî
em herawhorya û şeřî cîhane
lêkî beytewe hemûy bo nane
syasetî çerx mekirî jinane
xoy dûn perwere û nan lay dûnane
boye cûleke dûy şeř ekewê
ełê syaset minî pê ewê
pendî pêşînan le min wergire
ewî cûy bwê le co kemtire